Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Hizra Toleyên Nû li Dijî Sûrîyê Dike


Firoka ceng ya Sûrî gundê Tel Rafat ku 37 km dûrî Helebê ye, bombebaran dike. Tebax, 9, 2012
Amerîka îro Înîyê dibêje, ew hizra danana tole û cezayên nû li dijî rejîma Sûrî û piştgirên wê yên wek Hîzbullah dike.

Karbidestekî paya bilind yê Amerîkî ku niha ligel Wezîra Derve Hillary Clinton serdana Afrîkayê dike ev daxuyanî îro li welatê Gana da.

Wî ji rojnamevanan re got, bi van toleyên zêdekirî armanca wan ev e ku giwaştinên ser rejîma Esed û piştevanên wê pirtir bikin.

Pisporê Wezareta Budce ya Amerîkî yê derbarê terorîzmê, David S. Cohen got, Hîzbullah bi hemî şîyana xwe alîkarîya rejîma Esed dike ku gelê Sûrîyê tepeser dike.

Birêz Cohen her wiha got, gelê Sûrî û civata navnetewî wê piştî têkçûna rejîma Esed jî Hîzbullah û Îranê bîr bînin ku di kuştina gelek Sûrî yên bêguneh de havkarên rejîma Beşer Esed in.

Bi alîyekî din ve, bizavkarên Sûrî dibêjin hêzên hikûmetê îro Înîyê dest bi êrîşeke nû li dijî bajarê Helebê kirin. Bizavkar didine zanîn, hêzên hikûmetê bi hêzeke xurt êrîş dikin ku cîhên bin kontrola serhildayan bistînin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeha wê li Londonê ye, ragihand ku êrîşên nû yên bi topan destpê kirîye û pevçûnên navbera hêzên hikûmetê û yên serhildayan jî her didomin.

Rojnamevanên hindûrê bajêr dibêjin, hêzên Beşar Esed do Pêncşemê karîbûn kontrola hîn deverên destê serhildayan bêxin bin kontrola xwe, piştî ku serhildayan ber bi bakur ve vekêşabûn.

Tê ragihandin, serhilda soza domandina şerê dijî Esed didin, tevî ku çek û cebilxaneyên wan kêm maye jî.

Qumandarê serhildayan Malik El Kurdî ji Pişka Farsî ya Dengê Amerîka re got ku ew demûdest pêdivîya alîkarîya navnetewî ne.

Bi alîyekî din ve, Brîtanya îro Înîyê dîyar dike ku wê nêzîkî 8 mîlyon dolar alavên ragihandinê û lazimtîyên nojdarî dane serhildayan.

Wezîrê Derve yê Britanî William Hague, do nivîsareke rojnameya Times de got, divê pewyendî bi wan kesên re were kirin ku reng e di paşerojê de, Sûrîyê birêve bibin.

William Hague lêzêde kir ku diravên hatine şandin dê jibo çêkan nêye bikar anîn.
XS
SM
MD
LG