Parlamenterê Partîya Gel ya Komarî (CHP) yê Tuncelî (Dersîm) Huseyîn Aygun, roja Yekşemê êvarê li ser rêya Ovacik-Tuncelîyê ji alîyê PKK’ê ve hat revandin. PKK berî niha bi dehan leşker û sîyasetvanan revandibûn, lê cara yekê ye ku parlamenterek tê revandin.
Parlamenterê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikulu ji guhdarên Dengê Amerîka re got, ev bûyer nayê qebûl kirin.
Tanrikulu da zanîn ku Huseyîn Aygun bilî parlamenterîyê bizavkarê mafê mirovan û nivîskar e û divê PKK, Huseyîn Aygun û mirovên di destê wan de ne demûdest serbest bike.
Peyamhinêra Dengê Amerîka li Amedê, Hatice Kamer ev raport hinartîye. Kerema xwe jibo guhdarîkirina raportê, fayla deng klîk bikin.