Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Guherîna Karbidestên Bilind Yên Leşkerê Misrê Amerîka Hêbetî Nekiriye


Rêveberîya Serok Obama dibêje ku ne maye hêbetî ji kiryara Serokê Misrê Mohamed Morsî ku rêberên pile bilind yên leşkerî li wî welatî guhartîne.
Peyvdara Wezareta Derve Victoria Nuland dibêje Wezîra Derve Hillary Clinton hay li wan danûstandinan hebû sebaret danana tîmeka nû ya berevanîyê û di peyvekê de digel Serok Morsî li Qahîrê meha burî hatibû agahdar kirin ku li demekê di cihê xwe de guherîn dê bên kirin. Nuland dibêje jiber hindê karnişîn kirina bi zorê ya Wezîrê Berevanîyê Mohammed Hussein Tantawî û Serokê Sitonên Leşkerî Samî Annan roja Yêkşemê ne tiştekê seyr bu.
XS
SM
MD
LG