Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Pevçûnên Bakurê Rojavaya Pakistanê de bi Dehan Kuştî Hene


Di şerekî de ligel hêzên ewlekarîyê, bi kêmî ve 30 kes li bakurê rojavaya Pakistanê hatine kuştin, ku piranîya wan mîlîtan bûn.

Karbidest dibêjin, mîlîtanan leşkerên Pakistanî roja Pêncşemê li herêma Ghaljo xistin kemînekê. Di encama şer de, bi kêmî ve 2 leşker hatin kuştin û 16 leşkerên din jî birîndar bûn.

Tê ragihandin, artêşa Pakistanê dijî mîlîtanên girêdayî Talîbanê li herêmê operasyonan dimeşîne. Firokên şer roja Yekşemê çend veşartgehên li herêma Orakzai bombe kirin û bi kêmî ve 10 mîlîtanên berguman kuştin.

Bi alîyekî din ve, karbidestên Afganî dibêjin xaleke nobedarî ya Afganî roja Sêşemê bû armanca guleyên ku ji Pakistanê hatin.

Rêvebirê polîsên Afganî yên ser sînorê, Îdrîs Momand ji rojnamevanan re got, di encama êrîşê de 1 kes hate kuştin û 5 kesên din jî birîndar bûn.

Ev bûyer li demekê tê ku girjî û alozîya navbera herdu welatên cîran zêde dibe. Afganistan û Pakistan gazinan ji hev dikin ku bi temamî şerê mîlîtanan li deverên ser tixubê hevbeş nakin.
XS
SM
MD
LG