Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

UNHCR: Hejmara Kesên ji Sûrîyê Direvin Her Zêde Dibe


Ajansa penaberan ya Neteweyên Yekbûyî ((UNHCR)) dibêje hejmara kesên ji Sûrîyê direvin bedewam zêde dibe.

Wê ajansê heta niha navê 157.577 penaberên Sûrî tomar kirîne ku çûne Urdun, Lubnan, Îraq û Tirkîyê û çaverê dike ku hejmara penaberan gelek zêdetir bibe.

Lisa Schlein ji bingehê UNHCR li Genevê bo Dengê Amerîka raportek hinartîye.

Ajansa penaberan ya NY dibêje, hejmara penaberên navên wan hatin tomar kirin ji wan Sûrîyan nagire ku revîne û çûne welatên cîran jiber ku gelek li wan naxwazin navên wan bên tomar kirin.

Peyîvdarê ajansê, Adrian Edwards dibêje tomarkirin girîng e jiber ku heke navê penaberan neyê tomar kirin, renge bo wan bi zahmet be ku alîkarî û xizmetên pêdivî wergirin.

Kerem kin, bi lînka jêrîn guhdarîya vê raportê bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG