Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya 5 Bizavkarên Aligirên Çînê Dester Dike


Ji girava ku mirov tê de najîn re, bi Japonî Senkaku û bi Çînî jî Diayo tê gotin
Ji girava ku mirov tê de najîn re, bi Japonî Senkaku û bi Çînî jî Diayo tê gotin
Polîsên Japonî dibêjin, wan 5 bizavkarên alîgirê Çîn’ê desteser kirine ku îro Çarşemê bi belemekê geheştibûn giravekê ku hem Japonya hem jî Çîn wekî axa xwe dibîne.

Bizavkaran bi kelekekê ji Honk Kongê geheştin girava Senkaku, tevî hebûna pîvanên xurt yên ewlekarîyê ji alîyê hêzên deryayî yên Japonyayê ve.

Polîsên Japonî dibêjin, 5 ji 14 bizavkarên Çînî hatine binçav kirin, bi sedema ku wan qanûna pênaberîyê binpê kirîye.

Bizavkarên Çînî dibêjin, armanca hatine wan ya girava kêşeliser ew bû ku nerazîbûna xwe ya dijî serdana qanûndanêrên Japonî nîşan bidin.

Ji girava ku mirov tê de najîn re, bi Japonî Senkaku û bi Çînî jî Diayo tê gotin.

Ew girav li herêmekê cîh digire ku bi gaz û masîyan dewlemend e û gelek caran dibe sedema girjî û alozîyên navbera Tokyo û Pekîn’ê.
XS
SM
MD
LG