Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Japonya Difikre ku Çi bi 14 Bizavkarên Çînî bike


japan okinawa
japan okinawa
Japonya hizra xwe dike ku çi bi 14 bizavkarên Çînî bike ku do Çarşemê hatibûn girtin, piştî ew çûbûn giraveke kêşeliser û peywendîyên navbera her du welatan xirabtir kiribû.

Bizavkaran roja Çarşemê li girava Rojhilata Çînê danîbûn û ala welatê xwe di erdê de çikandibûn û sirûda xwe ya netewî gotibûn, berî ku demûdest jiber binpêkirina qanûnên koçberîyê werin binçav kirin.

Japonya ku van bizavkaran jibo lêpirsînê dişîne Okinawa, hizir dike ku wan dersînor bike da ku ligel Pekînê nekeve nav girjîyê. Hikûmeta Çînî gilîyekî fermî hildaye û bê çert û merc daxwaza serbestkirina bizavkaran kirîye.

Ji girava ku mirov tê de najîn re, bi Japonî Senkaku û bi Çînî jî Diayo tê gotin. Ew girav li herêmekê cîh digire ku bi gaz û masîyan dewlemend e û gelek caran dibe sedema girjî û alozîyên navbera Tokyo û Pekîn’ê.
XS
SM
MD
LG