Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bizavkarên Sûrî: Hêzên Esed Şam û Helebê Didin Ber Topan


Bizavkarên opozîsyona Sûrî dibêjin, hêzên Serok Beşar Esed îro Înîyê hîn deverên paytaxt Şam û Helebê dan ber topan, yek roj piştî ku Neteweyên Yekbûyî dawî li mîsyona xwe ya çavdêrîyê anî.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeha wê li Londonê ye, ragihand ku li Şamê, nêzîkî firîngeha leşkerî ya serekî pevçûn di navbera hêzên hikûmetê û serhildayan diqewimin.

Rêvebirê Giştî yê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan Ramî Abdulrahman ji Dengê Amerîka re got, tundîya dawî li vê demê tê ku herî kêm 180 kes roja Pêncşemê li seranser Sûrîyê hatine kuştin.

Abdulrahman her wiha got, termên 65 kesên ku nasnameyên wan ne dîyar e, li bajarokê Qatana ya başûrê Şamê hatine dîtin.

Roja Pêncşemê, Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî dabû zanîn ku erka wê ya çavdêrîyê dê vê Yekşemê bi dawî were.

Serokê demkî yê Civata Ewlekarîyê, balyozê Fransî Gerard Araud dibêje, endamên civatê hevbîr bûn ku şert û mercên dirêjkirina mîsyona çavdêrîyê bîcîh nehatine.

Karbidestên Neteweyên Yekbûyî texmîn dikin ku nêzîkî 2.5 mîlyon Sûrî wekî encama serhildana dijî Beşar Esed hewceyî alîkarîyê ne.
XS
SM
MD
LG