Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polîsekî Afganî 2 Leşkerên Amerîkî Kuştin


NATO li Afganistanê radigîhîne ku polîsekî Afganî 2 leşkerên Amerîkî îro Înîyê kuştin.

NATO dibêje, 2 endamên wê sibeha îro Înîyê, di encama êrîşeke çekdarî de li eyaleta Farah ya rojava hatine kuştin. NATO her wiha dide zanîn ku êrîşvan ji alîyê hêzên wê ve hatiye gule kirin û kuştin.

Hefteya çûyî jî 6 leşkerên Amerîkî di encama du êrîşên cihê de, li Afganistanê hatibûn kuştin, ji alîyê hêzên ewlekarî ya Afganî ve, yan jî, ji alîyê hîn çekdarên ve ku kincên hêzên ewlekarî ya Afganî lixwe kirîbûn.

Hat ragihandin ku pirtir ji 33 endamên hevalbendîyê ji destpêka vê salê vir ve li Afganistanê hatine kuştin.

Berdevkê NATO General Gunter Katz gotibû ku bûyerên wiha tek û tek rewşa rastîn ya Afganistanê nade ber çavan û ew dê bandorên neyênî li ser veguherîna ewlekarîyê nekin.
XS
SM
MD
LG