Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Brahîm Biro: Pêla Şer Digihêje Qamişlo


Dûman ji cihê teqîna Qamişlo derdikeve
Dûman ji cihê teqîna Qamişlo derdikeve
Hate ragihandin ku teqînek li bajarê Qamişlo li Sûrîyê pêk hat ku di avahîya ewlekarîya leşkerî kire armanc. Heta nuha ne diyar e kî bi teqînê rabûye lê hêjayî gotinê ye ku ev cara yekê yê teqînek ji vî rengî li bajarekî Kurd li Sûrîyê çê dibe.

Birêz Brahîm Biro endamê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka dibêje kes nizane kî bi teqînê rabûye, lê diyar e ku mezin bû jiber ku hêzên hikûmetê li Qamişlo rê li ber xelkê girtûn ku nêzîkî deverê bibin.

Birêz Biro herwiha dibêje ku tevgera siyasî ya Kurd naxwaze ku bajarên Kurdan têkevin nav tuntûjîyê.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka dengî ya dest çepê klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG