Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Julian Assange Derdikeve Pêş Piştgirên Xwe


Assange ji balkona balyozxaneya Ekwadorê li Londonê axivî
Julian Assange li berê derîyê balkoneke biçûk rawestîya jibo axaftinekê pêşkêşî bi dehan ji piştgirên xwe bike li dema ku gelek peyamnêr û efserên polîsan jî ji derve diman. Destpêkê spasîya piştgirên xwe û hikûmeta Ekwadorê kir, ya ku mafê penaberîya siyasî dayê û ew li balyozxaneya xwe hewand.

Assange yekcar qala îdîayên destdirêjîya seksî yên li dijî wî li Swêdê nekir. Ew îdîayên ku jiber wan Brîtanya qebûl kiriye ku wî derxîne jibo rûbirûya pirsên dozgiran bike. Ew biryara berî du mehan derket hişt ku ew dagere balyozxaneya Ekwadorê.

Lê Assange bawer dike ku problemên wî yên qanûnî girêdayî karê wî ne wekî dameznêrê WikiLeaks, malpera ku bi hezaran belgeyên nehênî yên hikûmeta Amerîkî weşand. Assange bala medyayê kişand ku jimareke daxwaz kir.

Ew dibêje, divê Amerîka dest ji vê lêgerîna xwe ya tund dijî WikiLeaks berde. Welatên Yekgirtî yên Amerîka divê lêkolîna xwe ya FBI rawestîne. Assange dibêje, divê Amerîka sozê bide ku ewê nede dû tawnbarkirina karmend û piştgirên wî.

Julian Assange da xuya kirin ku karmendên WikiLeaks rojnamevan in ku ronîyê davêjin tawanên welatên bihêz. Di hemanê demê de, wî got ku bêsûc e ji wan îdîayên seksî yên Swêdê û daxwaz kiriye ku ji alîyê dozgirên Swêdî li Brîtanyayê were lêpirsîn kirin.

Jibo guhdarîkirina vê raporê bi dengê Sîrwan Qiçço, ji kerema xwe lînka dengî ya destê çepê klîk bikin.
XS
SM
MD
LG