Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Li Amerîkayê Gotûbêjên Ser Kêşeya Beravêtina Zarokan Didomin


Endamê Civata Nûneran Todd Akin
Nerazîbûnên ser daxuyanîya Endamê Civata Nûneran Todd Akin ku di heman demê de berbijarê Civata Senatoran e, didomin.

Birêz Akin di hevpeyvîneke televîzyonî de gotibû ku ew destdirêjîya seksî jî nav de, li dijî hemî rengên beravêtina zarokan e.

Todd Akin pêde çûbû û gotibû ku bedena kesên ku birastî mexdurên tecawuzê ne, nahêle ku ew kes ducanî anku avis be. Wî, dû re, lêborîna xwe dabû ku gotinên wî şaş in.

Rêberên girîng yên Partîya Komarî ku tê de Mitt Romney jî heye, daxwaz ji Akin kiribû ku ew dest ji berbijarîyê berde, lê Akin ew daxwaz red kiribû.

Serok Barack Obama do Pêncşemê li bajarê New York’e, bi awayekî pêkenî rexne li gotinên Todd Akin girt. Serok Obama got, tevî ku birêz Akin endamê Komîteya Teknolojî û Zanyarîyê ye, wusa xuya ye ku ew di xwendina xwe de dersa zanyarîyê nebirîye.

Berbijarê Komarî Mitt Romney jî hewil dide ku di kempeyna xwe de qala kêşeya beravêtina zarokan neke û bala xwe bide kêşeya ekonomîyê da ku Serok Obama di hilbijartinê de têk bibe.
XS
SM
MD
LG