Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hêzên Hikûmeta Sûrî Êrîşên Dijî Şamê Didomînin


Hêzên hikûmeta Sûrî hewlên xwe didomînin ku çend taxên paytaxt Şamê û deverên dora wê ji kontrola serhildayan derxînin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ragihand ku artêşa Sûrî taxa bajarokê Daraya û Muadimiyeh roja Pêncşemê bombebaran kir.

Hêzên hikûmeta Sûrî li bajarokê Daraya avêtin ser malan, li heman demê ku şer û pevçûnên dijwar li taxa Hajar El Eswad ya Şamê qewimîn.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan da zanîn ku dora 100 kes di tundûtûjîya li seranser welêt de, roja Pêncşemê hatin kuştin ku nêzîkî 50 ji wan sîvîlên ji Şam û derdora wê bûn.

Rojnameya Washington Post ragihand, hêzbûna tundîtûjîya li paytaxt Şamê ewqas zêde ye ku behsa şerê kontrolkirina bajarê Helebê kêmtir tê kirin.

Washington Post nivîsî ku piranîya kuştîyên li Şamê ew kesên hinda ne, ku êşkence li bedena wan hatibûn kirin, qirka hinekan hatibûn jêkirin û gule li serê hinekan hatibûn teqe kirin.

Bandora şerê berdewam ya li Sûrîyê, li Lubnana cîran jî tê dîtin. Şêxekî Sunnî îro Înîyê li bajarê Tripoli ya bakur hate kuştin û bû sedema destpêbûna pevçûnên nû li navbera grubên piştgirên hikûmetê û dijberên wê.

Sunnîyên Sûrîyê pêşengîya serhildana dijî Serok Beşer Esed ê Alewî dikin. Girjî û reqbûna navbera Sunnî û Alewîyan li hîn beşên Lubnanê, yên wek Tripolî jî zêde dibe ku hem di civak li kelêka hev dijîn.
XS
SM
MD
LG