Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mîlîtanên Çekdar 3 Leşkerên Afganî Kuştin


Mîlîtanên Talîbanê
Desthilatdarên Afganî dibêjin, serhildayan 3 leşkerên Afganî li rojhilata wî welatî revandine û kuştine.

Rêvebirê polîsan Mihemed Zaman gote peyamhinêran ku serhildayan otomobîla leşkeran li devera Ahmad Khil ya eyaleta Pakita sekinandin û ew bi zorê jê daxistin. Termên leşkeran paşê, anku roja Pêncşemê li ser rêyekê hatin dîtin.

Mihemed Zaman herwiha got, dema leşker hatine revandin, ew ne li ser kar bûn, lê ew diçûn serdana malbatên xwe.

Li heman demê li başûrê Afganistanê, karbidest dibêjin bombeyek li ser rêkê 6 sîvîlên rêwî li parêzgeha Kandahar kuştin. Peqîn roja Pêncşemê li devera Spin Boldak’ê pêk hat.

Neteweyên Yekbûyî dibêje 1.145 hemwelatîyên Afganî yên sîvîl di nîvê yekê ya vê salê de hatin kuştin. Neteweyên Yekbûyî her wiha dîyar dike ku 80 ji sedê qûrbanîyan ji alîyê mîlîtanan ve hatine kuştin.

Neteweyên Yekbûyî dide zanîn ku bombeyên ser rêkê, ku ji alîyê serhildayan ve tên danîn, sedema sereke ya mirina jin û zarokên Afganî ye.
XS
SM
MD
LG