Dadgeha Duwê ya Bilind ya Tawanan li bajarê Erzurumê ragihand ku wê doza girêdana çend endamên Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) ligel Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) hilda ye. Ev gav li demekê tê ku şer navbera çekdarên PKK'ê û hêzên dewleta Tirkîyê zêde dibin.
Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîka, birêz Hasîp Kaplan parlemanterê BDP'ê li parlemana Tirkîyê dibêje, ev gav jî beşeke ji plan û hewildanên hikûmeta Erdogan ku çalakîyên BDP'ê bisekinîne.
Birêz Kaplan, ku bixwe parêzer e, herwiha dibêje ku girêdana rêxistinî navbera partîya wî û PKK'ê tune ye.
Jibo guhdarîkirina dirêjahîya vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka dengî ya destê çepê klîk bikin.