Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Zerdeşt Elî: Leşkerek li Kampa Kurdên Sûrîyê li Duhokê Hate Kuştin


Hate ragihandin ku Sêşema borî leşkerekî Kurdê Sûrîyê li Kampa Xinis ya rahênanê li bajarê Duhokê hate kuştin. li gorî raporên cuda, leşkerê bi navê Salim Elî li ser destê serbazê xwe hatiye kuştin.

Di vê derbarê de, rojnamevanê Kurdê Sûrîyê Zerdeşt Elî ku bixwe li Duhokê dimîne, dibêje Dengê Amerîkayê ku sedemên kuştinê heta vê gavê nayên zanîn. Lê belê birêz Elî dide zanîn ku ew ji aliyê serbazê xwe li hundir kampê hatiye kuştin.

Rojnamevan Zerdeşt Elî herwiha dibêje, ku gelek leşker jiber rewşa ne baş ji kampa leşkerî derdikevin.

Jibo guhdarîkirina hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka dengî ya destê çepê klîk bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG