Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Romney di Kongreya Partîya Komarî de Axaftinek Dike


Berbijarê Komarî Mitt Romney roja Pêncşemê li Kongreya Partîya Komarî derdikeve ser dikê da ku axaftinek bike.

Çaverê ye Romney, di axaftina xwe de, li ser pêwîstîya hilbijartina wî jibo serokatîya Amerîkayê bisekine.

Birêz Romney dê axaftina xwe pêşkêşî kesên li kongreya Komarî bike ku li bajarê Tampa li Florida didome. Axaftina wî herwiha ji alîyê bi mîlyonan kesan ve, bi rîya televîzyonê jî were temaşe kirin.

Mitt Romney piştî axaftinên çend kesitîyên girîng yên Partîya Komarî tê ku wan jî daxuya kirin dê Romney bi awayekî cuda ji Serokê Amerîka Barack Obama desthilatê birêve bibe.

Cîgirê berbijarê Komarî Paul Ryan Çarşemê bi şev axaftineke bihêz pêşkêş kiribû. Wî soz dabû û gotibp ku eger hilbijêr birêz Romney wekî serok hilbijart dê aborîya welêt baştir bibe.

Kongreya Partîya Komarî Sêşema borî destpê kiribû û Îro Pêncşemê bi dawî dibe.
XS
SM
MD
LG