Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîra Derve Clinton Dest bi Gera Asyayê Dike


Wezîra Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton roja Pêncşemê berê xwe dide Başûrê Pasîfîk jibo gerekê li Asyayê destpê bike.

Tê çaverê kirin ku Xanim Clinton di serdana xwe de girîngîyê bide bandora Çînê ya zêdebûyî li herêmê.

Xanim Clinton dê gera xwe ya li şeş welat ji giravên Cook Islands yên dûr destpê bike. Hillary Clinton dê bibe wezîra derve ya yekê ku beşdarî Foruma Pasîkfîk Island ya salane dike.

Karbidestên Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêjin, di nav çend rawestgehên Clinton’ê de, ew dê danûstandin derbarê nakokîyên germbûyî navbera Çîn û cîranên wê li ser Deryaya Başûrê Çînê bike.

Washington rexne li îdîayên deryayî yên Çînê li herêmê digire, ku tê bawer kirin gelek petrol û gaz lê peyda dibe.

Di şiroveyê de roja Pêncşemê li ser serdana Clinton, Ajansa Nûçeyan ya Xinhua ku bi ser hikûmetê ve ye, da zanîn ku Amerîka hewil dide bandora Çînê ya zêdebûyî li herêma Başûrê Pasîfîk kêm bike.
XS
SM
MD
LG