Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Pentagon Hişyarî Dide Nivîskarê Pirtûka Ser Osama Bîn Ladîn


Wezareta Berevanî ya Amerîkî, Pentagon hişyarî da ku ewê gavên qanûnî li hember wî komandoyê bavêje ku serpehatîyên xwe ya ser kuştina Osama Bîn Ladîn di pirtûkekê de biweşîne.

Wezareta Berevanî ya Amerîkî roja Pêncşemê nameyek ji nivîskarê kitêbê re şand. Pentagon’ê bal kişand ser wê yekê ku nivîsîna agahîyên nepenî li se roperasyona kuştina Bîn Ladîn li dijî peymana ku wî bi xwe jî îmza kirîye.

Nivîskarê pirtûka bi navê “No Easy Day” ji alîyê komandoyekî Amerîkî yê 36 salî hate nivîsîn ku di operasyona kuştina rêberê El Qaydeyê Osama Bîn Ladîn de cîh girtîye. Ew komando bi navê derewîn, Mark Owen ew kitêb nivîsîye.

Agahîyên ku Owen di serpehatîyên xwe de dîyar dike ji daxuyanîyên fermî cihe ne. Di pirtûka xwe de Owen dide zanîn ku dema êrîşa dijî bîn Ladîn pêk hat, ew bê çek bû û li ber derîyê xanîyê xwe hate kuştin.
XS
SM
MD
LG