Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mesûd Kaso: Rejîma Sûrîyê Hemû Hêza Xwe Xistiye Şam û Helebê


Li dema şer li Helebê dom dike, hêzên rejîme careke din dadigere deverên derdora Şamê
Li dema şer li Helebê dom dike, hêzên rejîme careke din dadigere deverên derdora Şamê
Li gorî raporan, hikûmeta Sûrîyê gelek deverên derdora Şamê careke din kontrol kirine piştî ku bo demekê di dest çekdarên opozisyonê de bûn. Di heman demê de, topbarankirin li ser Heleb û Humsê berdewam dikin.

Di hevpeyvînekê de ligel Dengê Amerîkayê, parêzer û çalakvanê siyasî Mesûd Kaso, ku li Londonê dimîne, dibêje ku xwezaya Sûrîyê ya ciyografî rê dide rejîma Sûrîyê ku di cih de kontrola xwe vegerîne ser wan deverên ketibûn destê opozisyonê.

Birêz Kaso herwiha dide zanîn ku nuha sînaryoya parçekirina Sûrîyê derketiye holê, û reng e di dawîyê de Elewî dewletekê ji xwe re ava bikin.

Jibo dirêjahîya vê hevpeyvînê, ji kerema xwe lînka dengî ya destê çepê klîk bikin.
XS
SM
MD
LG