Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton daxwazê li Yekîtîya Welatên Başûrê Rojhilata Asya (ASEAN) û Çînê dike ku pirsgirêkên xwe yên taybet bi erd û avê çareser bikin.
Birêz Clinton şeva Duşemê gihişte Îndonezya û di gotarekê de li Jakarta ya paytext got ku tenahî û azadîya hatin û çûnê li Deryaya Çînê ya Başûr li berjewendîya niştîmanî ya Amerîkayê ye.
Kêşe di navbera Çîn, Taywan, Filipîn, Vêtnam, Malezya û Bruney de heye li ser kontrola hejmareka giravan li Giravên Deryaya Çînê ya Başûr.
Peyvdara wezareta derve ya Çînê Hong Lei roja Duşemê got ku Çîn hêvî dike ku hikûmeta
Amerîkî piştgîrîya aştî û tenahî ya wê herêmê bike bi rêya ku wek welatekê alînegir bimîne li kêşeya navbera welatên cîran.