Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Clinton bi Rêberên Çînê re Kom Dibe


Hillary Clinton û wezîrê derve yê Çînê.
Hillary Clinton û wezîrê derve yê Çînê.
Li çarçova serdana xwe bo Asyayê, Wezîra Derve ya Amerîkî Hillary Clinton roja Sêşemê çû Çînê.

Birêz Clinton şeva Sêşemê gihişte Beijing a paytext û bi wezîrê derve yê Çînê Yang Jeyçî re kom bû.

Wezîra Derve got ku hikûmeta Amerîkî rijd e jibo avakirina têkelîyên li ser binyada hevkarîyê bi Çînê re. Wê got ku hevkarîya navbera Amerîka û Çînê beşekê serekî ye li rêbaza rêveberîya Obama beramberî herêma Asya-Pasîfîk.

Birêz Clinton herwiha ji Çînê xwest ku pirsgirêkên xwe yên li ser erd û avê ligel welatên cîran çareser bike.
XS
SM
MD
LG