Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê Bill Clinton jibo Piştgirîya Serok Barack Obama dê Axaftinek Bike


Serokê berê yê Amerîkayê Bill Clinton
Serokê berê yê Amerîkayê Bill Clinton
Serokê berê yê Amerîka'yê Bill Clinton îro Çarşemê di Kongreya Partîya Demokrat de, li bajarê Charlotte li North Carolina axaftinek bike da ku di hilbijartinan de piştgirîyê bide Serok Barack Obama.

Birêz Clinton ku serokê 42’ê yê Amerîka ye, dê bi rêya axaftina xwe serokê 44’ê Obama wekî berbijarê fermî yê Partîya Komarî eşkere bike.

Bill Clinton ji alîyê Amerîkîyan ve wekî kesitîyekî hezkirî tê hesibandin, bi xêra pêşdeçûna aborî ya di serdema wî ya seroktîyê de li salên 90’ê.

Gelek pispor dibêjin, Clinton dikare alîkarîya birêz Obama bike ku piştgirîya Amerîkîyên Sipî yên karker wergire.

Do Sêşemê, Xanima Yekê Michelle Obama axaftinek da ku tê de behsa kesitîya mêrê xwe û karîna wî ya standina biryarên sîyasî yên zehmet kir.
XS
SM
MD
LG