Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Parlamanterê BDP'ê Altan Tan Behsa Serdana Amerîkayê Dike


Parlamanterê BDP'ê Altan Tan bersîva pirsên Robîn Reşvan dide
Parlamanterê BDP'ê Altan Tan bersîva pirsên Robîn Reşvan dide
Parlamanterê Dîyarbekirê yê Partîya Aştî û Demokrasîyê (BDP) Altan Tan ku jibo serdanekê hatibû Amerîkayê, di hevpeyvîneke taybet de bersîva pirsên Pişka Kurdî ya Dengê Amerîka da.

Birêz Tan helwesta Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan ya dijî partîya wan rexne dike û dibêje, eem nema dizanin birêz Erdogan dixwaze çi bike.

Parlamanterê BDP’ê Tan li ser serhildana li Sûrîyê jî dibêje, yekîtîya Kurdan gaveke pir erênî ye û Enqere ji vê yekê pir eciz e.

Altan Tan dîyar dike ku Esed ji desthilatê here yan ne, Kurdên li Sûrîyê dê bibin xwedîyê statuyekê û ew jî bandoreke baş li ser Kurdên Tirkîyê bike.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link


Xwendevanên delal,

Hun her wiha dikarin bi lînka "Ozel Roportaj" ya destê çepê guhdarîya hevpeyvîna Tirkî ya bi birêz Tan re bikin.

Nivîsên peywendîdar

XS
SM
MD
LG