Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tel Şebab Careke Din di Destê Hikûmeta Sûrî de ye


Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ji Dengê Amerîka re dibêje ku hêzên Beşar Esed bajarokê Tel Şebab ya ser sînora Urdunê jinûve xiste bin kontrola xwe.

Rêxistina çavdêr ragihand ku bi sedan leşkerên Sûrî, bi piştgirîya tankan waxtekî zûtir ya Pêncşemê ketin nav bajêr û jimareke hemwelatî desteser kirin û çend xanîyên serhildayan jî şewitandin.

Tel Şebab xaleke girîng ya penaberan e ku ji şerê nevxweyî direvin. Bizavkar radigîhînin ku dema Tel Şebab kete destê hêzên hikûmetê, nêzîkî 2.000 penaber li wê derê hebûn.
XS
SM
MD
LG