Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Berê Clinton: Rewşa Amerîkayê ji Çar Sal Berê Baştir e


Serokê berê Bill Clinton do Çarşemê di Kongreya Partîya Demokrat de êvara Çarşemê axaftinek kir ku di televîzyonên seranser Amerîkayê de bi zindî hate weşandin.

Birêz Clinton got “Dema Serok Obama seroktî wergirt, ekonomî di rewşeke pir xirab de bû. Li mehê 750.000 kar ji dest me diçûn. Gelo, rewşa me aniha ji ya çar salê baştir e? Bersîv ERÊ ye.”

Bill Clinton her wiha dîyar kir ku jibo temamkirina kar û projeyên xwe, Serok Obama hewceyî pirtir dem e û divê hilbijêr 4 sal din bidine wî.

Serokê berê Bill Clinton ji alîyê Amerîkîyan ve wekî kesitîyekî hezkirî tê hesibandin, bi xêra pêşdeçûna aborî ya di serdema wî ya seroktîyê de li salên 90’ê.

Piştî birêz Bill Clinton axaftina xwe temam kir, Serok Obama jî hate ser dîkê û her du rêber hevdû hembêz kirin.
XS
SM
MD
LG