Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadgeheke Amerîkî Biryareke Kêşebar li Ser Koçberîyê Dide


Dadwerekî federal yê Amerîkî rê li ber eyaleta Arizona ya ser sînorê vekir ku dest bi karanîna qanûnek xwe ya kêşeliser bike.

Qanûna nû maf dide polîsan ku daxwaza belgeyên koçberîyê ji xelkê bikin, ewên ku jiber lêpirsînan tên sekinandin û girtin.

Biryara dadgehê ferman dide desthilatdaran ku wan kesan bidin ber lêpirsînê, ewên ku guman heye ne bi awayekî qanûnî li Amerîka ne.

Ev ferman beşê serekî ye ji qanûneke koçberîyê ku bibû sedema şerekî qanûnî. Di meha şeşê de ya vê salê, Dadgeha Bilind ya Amerîkî beşekî mezin ji qanûnê qebûl kiribû û hîn beşên din ji red kirîbû.

Komeleke berevanîya mafên sîvîl û bangxwazên koçberîyê li Tîrmehê daxwaz ji dadwerê dadgeha federal kiribû ku fermana nû ya koçberîyê rawestîne, ku di nêrîna wan de, dê bibe egera rêyeke sîstematîk jibo nijadperestîyê.

Ev herwiha dibêjin, eger biryar hate bicîh kirin, ewê gelek Hispanîk û Latînîyên Amerîka Başûr têkevin zindanan. Dadgehê ev daxwaz roja Çarşemê red kir.
XS
SM
MD
LG