Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dadega Pakistanî Biryara Berdana bi Kefalatê Da Keça Krîstîyan


Awuqatê qîza Krîstîyan ku bi bêrêzîya dijî Îslamê hatibû tawanbar kirin, Tahir Naveed Chaudhry, li dadgehê ye
Awuqatê qîza Krîstîyan ku bi bêrêzîya dijî Îslamê hatibû tawanbar kirin, Tahir Naveed Chaudhry, li dadgehê ye
Dadwerekî Pakistanî biryara berdana bi kefalatê da keçeke Krîstîyan ku bi bêrêzîya dijî Îslamê hatibû tawanbar kirin.

Rimsha Mesîh meha borî li Îslamabadê hate girtin, piştî ku cîranên wê ew bi şewitandina hin pelên Quranê gunehbar kirin.

Li dema guhdarîkirina roja Înê, Dadwer Mihemed Azam Xan fermana serbestkirina Mesîh da piştî guhdarîya parêzerên her du alîyan kir.

Ev bûye sê hefte ku Rimsha Mesîh ji alîyê polîsan ve hatiye binçav kirin. Dadwer 10.500 dolar wekî şert bo azadkirina qîza Krîstîyan danî.

Hîn ne dîyar e Mesîh dê kengê were berdan.Polîsan hefteya borî oldarekî Misilman bi navê Xalid Jadoon, bi gumana peydakirina belgeyan dijî keçê binçav kirin. Girtin pêk hat, piştî ku hin endamên mizgefta wî desthildar agahdar kirin.

Li gorî qanûna bêzîya dijî Îslamê ya Pakistanê, çi kesê ku bi şêweyekî ne baş dijî Îslam û Pêxember Mihemed daxive tawanbar tê dîtin û rastî cezaya mirinê tê. Raporteke saxlemîyê dibêje, keça Krîstîyan 14 salî ye û aqilê wê ne temam e.
XS
SM
MD
LG