Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rapor: 20 Hemwelatîyên Kurd li Helebê Hatin Kuştin


Bajarê Helebê di bin êrîşên rejîmê de
Bajarê Helebê di bin êrîşên rejîmê de
Hate ragihandin ku taxa Şêx Meqsûd li Helebê roja Pêncşemê rastî êrîşeke hêzên asmanî yên rejîma Sûrîyê hat ku di encama wê de 20 hemwelatîyên Kurd hatin kuştin û bi dehan jî birîndar bûn. Ev cara yekê ye ku taxeke Kurd li bajarê Helebê dikeve bin êrîşên hêzên Serok Beşar el-Esed.

Di vê derbarê de, birêz Arî Esûrî, endamê Tevgera Ciwanên Şoreşê, dibêje Dengê Amerîka ku kesên hatin kuştin, kesên sîvîl bûn. Ew her wiha dibêje, jimara birîndaran ne dîyar e jiber ku hîn jî zêde dibe.

Birêz Esûrî her wisa dide zanîn ku piranîya rûniştvanên Helebê jiber şer bi alî bajarên din direvin. Lê, bizavkarê Kurd dibêje, ku bajarên din nikarin pêşwazîya jimarên mezin ji xelkê bikin, jiber ku karîna wan sînorkirî ye.

Jibo guhdarîkirina vê hevpeyvînê, kerema xwe lînka dengî ya destê çepê klîk bikin.
please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG