Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama Beşdarî li Merasîmên Salvegera Êrîşên 11’ê Îlonê Dike


Serok Barack Obama û hevjîna wî, Michelle, beşdarî li merasîma 11-emîn salvegera êrîşên teroristî yên 11’ê Îlonê ya sala 2001ê dikin.

Di merasîmekê de roja Sêşemê, Serok Obama li demjimêr 8:45’ê sipêdê jibo demê deqîqekê bêdeng ma, wek rêzgirtinê li qurbanîyên êrîşên teroristî. Di wê deqîqê de û berî 11 salan, yekemîn balafira ku ji layê teroristan ve hatibû kontrolkirin bi tawera yekê ya Sentera Bazirganî ya Cîhanê ket.

Teroristan sê balafirên din revandin û êrîşa tawera din ya Sentera Bazirganîya Cîhanê li New York û avahîya wezareta berevanî ya Amerîkî, Pentagonê li Virginia kirin.

Balafira çarê li bajarê Shanksville, wîlayeta Pennsylvania, ket piştî rêwîyan bizav kir ku balafirê ji destê teroristan rizgar bikin.

XS
SM
MD
LG