Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NY: 250,000 Welatîyên Sûrî Bûne Penaber


Neteweyên Yekbûyî ragihand ku hejmara penaberên Sûrî gihişte 250,000 kesan.

Ajansa karûbarên mişextan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî roja Sêşemê ragihand ku herî kêm 85,000 Sûrî li Urdunê ne, 78,000 li Tirkîyê , 67,000 li Libnanê û 22,500 Sûrî li Îraqê ne.

Peyvdara UNHCR Sybella Wilkes gote Dengê Amerîka ku her roj bi hezaran welatîyên din yên Sûrî dibin penaber.

Wilkes dibêje ku UNHCR dixwaze ku welatên cîranên Sûrîyê sînorên xwe bo penaberan vekin û civaka navneteweyî alîkarîyên xwe bo penaberan zêde bikin.

Hevdem, nûnera UNHCR û hundermenda navdara Amerîkî Angelina Jolie serdana kampeka panberên Sûrî li Urdunê kir.
XS
SM
MD
LG