Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Karîkaturîstê Hîndistanî Bi Kefalet Hate Berdan


Karîkaturîstê Hindistanî Aseem Trivedi
Karîkaturîstê Hindistanî Aseem Trivedi
Karîkaturîstekî Hindistanî hate azad kirin, piştî ku ew jiber karîkaturên xwe hatibû girtin ku li gorî karbidestan, heneka xwe bi dizî û perexwarina nav hikûmeta Hindistanê dikir.

Aseem Trivedi roja Çarşemê ji zindanekê li Mumbai hate derxistin, piştî dadgeheke bilind mafê berdana bi kefalet da wî.

Trivedi hefteya borî li ser gilîyekî taybet derbarê hin karîkatûran hatibû girtin ku têde avahîya parlemana Hindistanê wekî destavekê nîşan dabû.

Girtina wî gengeşeya derbarê azadîya axaftinê li Hindistanê jinûve pêxist.

Bizavkarên cudabîr, hikûmet bi neqebûlkirina rexneyan tawanbar dikin.

Birêz Trivedi piştî ji zindanê derket, destê xwe bilind kir û ragihand ku şerê dijî sansurkirinê li Hindistanê dê dom bike.

Aseem Trivedi desthilatdar bi rêlibergirtina azadîya axaftinê li seranserî welêt gunehbar kir.
XS
SM
MD
LG