Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nûnerê Nû yê Aştîyê jibo Danûstandinan li Sûrîyê ye


Nûnerê navnetewî yê Sûrîyê Lexder Brahîmî, di serdana xwe ya yekê de geheşte Şamê ku bizavên sekinandina tundûtûjîya li wî welatî careke din bivejîne.

Berdevkekî Lexder Brahîmî di daxuyabnîyekê de got, nûnerê netewî îro Pêncşemê geheşt ku civînan bi karbidestên hikûmetê, endamên opozîsyonê û û herwiha bi nûnerên rêxistinên civakî re bike.

Daxuyanîyê zelal nekir ku Lexder Brahîmî ligel serokê Sûrî Beşar Esed jî hevdîtinê bike yan ne. Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon, demeke zûtir ya vê hefteyê gotibû ku Brahîmî dê bi Serok Esed re kom bibe.

Nûnerê navnetewî yê Sûrîyê Lexder Brahîmî do Çarşemê li Qahîreyê bû ku ligel karbidestên Yekîtîya Ereb, li ser rewşa Sûrîyê, hevdîtinan bike.

Di şerê berdewam ya navbera hêzên Beşar Esed û serhildayan de ku ji 18 mehan vir ve didomin, nêzîkî 20.000 kes hatibûn kuştin.

Lexder Brahîmî li şûna nûnerê berê Kofi Annan bibû nûnerê navnetewî yê Sûrîyê ku di hewilên xwe yên agirbestê de serketî nebibû.
XS
SM
MD
LG