Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Hamîd Karzayî Serdana Xwe ya Norwêcê Jiber Xwepêşandanan Paşve Dixe


Karbidestên Afganî dibêjin Serok Hamîd Karzayî serdaneke xwe bo Norwêcê paşve xist, piştî protestoyên tund ku li Lîbya û Misirê li ser fîlmekî dijî Îslamê rabûn.

Wezareta Derve ya Norwêcê got ku ew ji alîyê Wezareta Derve ya Afganistanê ve hate agahdar kirin ku serdana birêz Karzayî ya roja Înê hatiye paşve xistin.

Wezareta Derve ya Norwêcê roja Pêncşemê got, rêberê Afganî dibîne ku pêdivî ye niha li welatê xwe bimîne, ligel van bûyerên cidî yên ku li hin welatên Ereb vê dawîyê pêk tên.
Berdevkekî Serok Karzayî ji Dengê Amerîka re ev paşvexistin piştrast kir, lê wî ti agahîyên zêdetir nedan.

Bi alîyekî din ve, desthilatdarên Afganî ferman dane ku hemû malperên Youtube li welêt werin sensûr kirin, da ku hemwelatîyên Afganistanê li wî filmê temaşe nekin ku bêrêzîyê li Pêxember Mihemed dike.

Karbidestekî Afganî ku nexwest navê xwe eşkere bike, ji ajansa Reuters re ragihand ku wan ferman daye hemû kampanyên înternetê li welêt ku servîsa Youtube rawestînin.
XS
SM
MD
LG