Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Papa Benedict Geheşte Lubnanê


Papa Benedict îro Înîyê dema geheşte firîngehê, ji alîyê Serokê Lubnanî Michel Silêman ve hate pêşwazî kirin
Papa Benedict îro Înîyê dema geheşte firîngehê, ji alîyê Serokê Lubnanî Michel Silêman ve hate pêşwazî kirin
Papa Benedict geheşte Lubnanê ku te çaverê kirin li wê derê bang aştî û danûstandinê li navbera Krîstîyan û Misilmanan bike.

Papa Benedict îro Înîyê dema geheşte firîngehê, Serokê Lubnanî Michel Silêman jî di nav de, ji alîyê kesitîyên girîng ve hate pêşwazî kirin.

Herwiha girseyeke mezin ya bi çoş jî amade bûn ku xêrhatina birêz Beneditct bikin.

Ajansa Reuters radigîhîne ku Papa Benedict ji rojnamevanan re gotîye “Buhara Erebî qerîneke erênî ya bona aştîyê bû.” Wî herwiha kirîna çek û sîlahan wekî “guneheke mezin” binav kir.

Nêzîkî 40 ji sedê nîfûsa Lubnanê Krîstîyan e. Papa Benedict di serdana xwe ya sê rojan de, ligel karbidestên Lubnanî û rêberên civata Krîstîyan jî kom bibe.
XS
SM
MD
LG