Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandêr Êrîşî Balyozxaneya Almanî ya li Xartûmê Dikin


Dîdevan dibêjin, xwenîşandêran li paytaxta Sudanê, Xartûmê avêtin ser balyozxaneya Almanî û ala wî welatî dirandin.

Raportên pêşîn ku ji Xartûmê tên dibêjin, xwenîşandêran îro Înîyê piştî nîvro bi zorê ketin nav avahîya balyozxaneyê û hîn beşên wê dan ber agirê.

Ev çend roj in, balyozxaneyên Amerîkî yên li seranser Rojhilata Navîn dibin armanca girseyên hêrsbûyî. Êrîşa li Sudanê, mînaka yekê ye ku êrîşên wî rengî dijî bolyozxaneyên Rojvayî li Afrîkayê jî diqewimin.

Karmendekî balyozxaneya Amerîkî li Xartûmê dibêje, rewşa avahîyê aram e. Heman karmend ji Pişka Sudanî ya Dengê Amerîkayê re got ku balyozxaneya Amerîkî ji alîyê pirtir jî 200 polîsên Sudanî ve tê parastin.
XS
SM
MD
LG