Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwenêşandêr li Sudanê Ber bi Balyozxaneya Amerîkî Dimeşin


Li paytaxta Sudanê, polîsan bi hezaran xwepêşandêran re ketine pevçûnan ku ber bi balyozxaneya Amerîkî ve dimeşîyan.

Vîdyoyên ji cîhê bûyerê nîşan didin ku polîsan hewil dida ku bi xortimên avê û gazên rondikrêj xwenîşandêrên belav bikin. Lê, jimereke xwenîşandêran karîbûn ku derbazî avahîyê bibin.

Hate ragihandin ku dengê guleyan jî hate bihîstin.

Waxtekî zûtir ya îro, xwenîşandêran li paytaxta Sudanê, Xartûmê avêtibûn ser balyozxaneya Almanî û ala wî welatî dirandibûn. Xwenîşandêr herwiha, hîn beşên avahîya balyozxaneyê dabûn ber agirê.

Ev çend roj in, balyozxaneyên Amerîkî yên li seranser Rojhilata Navîn dibin armanca girseyên hêrsbûyî. Êrîşa li Sudanê, mînaka yekê ye ku êrîşên wî rengî dijî bolyozxaneyên Rojvayî li Afrîkayê jî diqewimin.
XS
SM
MD
LG