Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serok Obama: Îradeya Amerîkayê Nayê Şikandin


Serok Obama û wezîra derve Hillary Clinton pêşwazî li termên dîplomatên Amerîkî dikin.
Serok Barack Obama rêz li çar hevwelatîyên Amerîkî girt, di nav de Balyozê Amerîkî li Lîbyayê, ku di vê heftîyê de li konsulxaneya Amerîkî li bajarê Benxazî li Lîbyayê hatin kuştin.

Di gotara xwe ya heftane de roja Şembî, Serok Obama got ku Amerîka xwe dispêre kesên wek Glen Doherty, Tyrone Woods, Sean Smith û Balyoz Chris Stevens da ku azadîya hevwelatîyên Amerîkî biparêzin.

Li dema ku sersaxîya malbatên wan dikir, Serok Obama got ku ew kesên berpirs di kuştina dîplomatên Amerîkî li Bengazî de dê werin girtin û dadgeh kirin.

Serok herwiha got, îradeya Amerîkayê nayê şikandin û hikûmeta Amerîkî bi hemû awayan hevwelatîyên xwe li dervey welat diparêze.
XS
SM
MD
LG