Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Teqînekê de li Bîngolê 8 Polîs Hatin Kuştin


Bi sedema teqîna bombekê roja Yekşemê heşt polîs li Tikrîyê hatin kuştin û şeş kes birîndar bûn.

Karbidestên parastina Tirkîyê dibêjin ku çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê berpirs in beramberî wê teqînê ku li parêzgeha Bîngolê qewimî.

Çekdarên Partîya Karkerên Kurdistanê ya berbendkirî li başûrê rojhilata Tirkîyê ya piranî Kurd çalak in.

Herî kêm 40,000 kes, ku piranî wan kurd in, li şerê 28-salî yê PKK’ê li dijî dewleta Tirkîyê hatîne kuştin.

Hikûmeta Amerîkî PKK’ê wek komeleka teroristî nas dike.
XS
SM
MD
LG