Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Romney Kempeynên Xwe Berdewam Dikin


Mitt Romney û Barack Obama
Mitt Romney û Barack Obama
Tê çaverê kirin Serokê Amerîka Barack Obama û hevrikê wî yê Komarî, Mitt Romney vê hefteyê serdana wîlayetên girîng li Amerîkayê bikin di hewildanekê de jibo bidest xistina dengdaran. Ev serdan pêk tên du mehan berî hilbijartinên serokatîyê li 6’ê meha 11’ê.

Di ankêtên herî dawî de li Amerîkayê, Serok Obama bi rêjeyeke biçûk li pêş Mitt Romney ye. Lê jiber ku deng wîlayet bi wîlayet tên hesibandin, hin wîlayet dê bibin qadeke girîng jibo pêşbazîya navbera herdu berbijaran ku kempeyna wan jî li wir didin ber hev.

Obama plan kiriye ku serdana Virginia û Wisconsin bike, li dema ku birêz Romney berê xwe dide California û Florida da ku gotaran pêşkêşî dengdaran bike.

Rewşa aborî bûye mijara herî girîng jibo hilbijartinan, lê xwepêşandinên hefteya borî li Rojhilata Navîn, Asya û Afrîkayê hember filmekî dijî Îslamê û kuştina balyozê Amerîkî li Lîbyayê, bûn eger ku bal were kişandin ser siyaseta derve.
XS
SM
MD
LG