Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serhildayên Sûrî Kontrola Derîyê Tixubê li Bakur Girtin Bin Kontrola Xwe


Serhildayên Sûrî roja Çarşemê, piştî şerên giran bi hêzên hikûmetê re kontrola xalekê li ser tixubê bakurê welêt ji dest hêzên hikûmetê derxistin.

Serhildayan ala Sûrîyê li ser qapîyê ligel Tirkîyê li Tel Ebyed daxistin piştî rojekê ji pevçûnan.

Şervanên dijî Serok Beşar Esed çend xalên din yên tixubê bakur ligel Tirkîyê kontrol dikin.
Li heman dêmê, rêxistina mafên mirovan ya Lêxweşbûna Navnetewî anku Amnesty International dibêje di destê wê de belge heye ku artêşa Sûrî bê ferq û cudahî êrîşan dijî sivîlan pêk tîne.

Li ser bingeha lêkolîna wê li bajarê Îdlib, Cebel Zawya û bakurê Hamayê, Amnesty roja Çarşemê raporek derxist.

Gruba mafên mirovan dibêje, hêzên hikûmetê bi awayekî berdewam êrîşî gund û bajarokan dikin û çekên giran bikar tînin ku çênabe li dijî deverên rûniştvanan werin bikar anîn.
XS
SM
MD
LG