Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Katherine Ashton Plan Dike Di Kombûna NY de Mijarê Îranê Gotubêj Bike


Berpirsa bilind yê danûstandinên ligel Îranê jibo programa navokî ya kêşebar dibêje, ew plan dikin ku piştî kombûna wê ligel hevtayê wê yê Îranî, bi welatên Rojavayî re bişewirin.

Kombûna navbera Berpirsa Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropa, Katherine Ashton û Berpirsê Ewlekarîya Neteweyî yê Îranê Saîd Celîlî, roja Sêşemê li Tirkîyê pêk hat.

Ev kombûn, civîna yekê ye ku bi awayekî rasterast navbera her du alîyan pêk tê, ji dema ku kêşe li nav wan li meha şeşê derketin.

Berpirsa Sîyaseta Derve ya Yekîtîya Ewropa Ashton piştî hevdîtinê daxuyanîyek derxist.
Wê got, ew hêvî dike ku di kombûna Civata Giştî ya hefteya pêş de, li ser vê mijarê danûstandinan ligel hevalbendên xwe yên li Neteweyên Yekbûyî bicive.
XS
SM
MD
LG