Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fransa Piştî Karîkaturên Pêxamber Mihemed 20 Balyozxaneyên Xwe Dadixe


Polîsên Fransî li ber ofîsa govara Charlie Hebdo zerevanî dikin
Polîsên Fransî li ber ofîsa govara Charlie Hebdo zerevanî dikin
Fransa plan dike ku balyozane, konsulxane, navendên çandî û dibistanên xwe li 20 welatên cîhanê îro Înê bigire, wekî gaveke pêşwext piştî ku govareke Fransî hîn karîkatur belav kirin ku bêrêzî li Pêxember Mihemed dikin.

Wezîrê Derve yê Fransa'yê dibêje, ewlekarî li nûnertîyên diplomatîk yên Fransî hatiye zêde kirin, li dema ku rêberên hikûmetê û yên olî banga aramkirina rewşê dikin.

Govara heftane ya bi navê Charlie Hebdo çend wêneyên pêxember li jimara xwe ya Çarşemê weşand ku di hîn ji wan de Pêxember Mihemded tazî xwane dibe.

Ofîsên govarê li Parîsê sala borî hatibûn şewitandin, piştî ku wê karîkatûrek derbarê Pêxamber Mihemed belav kiribû.

Her li roja Çarşemê, Serokwezîrê Fransî Jean-Marc Ayrault got, wan daxwaza xwepêşandanekê red kiriye ku xwenîşandêr dixwest roja Şemîyê Parîsê bikin û filmê dijî Îslamê ku li Amerîkayê hatiye çêkirin, şermezar bikin.

Hemdem, Wezîra Derve ya Amerîkayê Hillary Clinton dibêje, Amerîka jibo parastina dîplomatên wê hîn gavên berbiçav davêje, li vê demê ku protestoyên dijî film hîn jî didomin.

Protesto roja Çarşemê li Endonezya'yê pêk hatin û bûn egera girtina konsulxaneya Amerîkî li bajarê Medan.

Her jiber xwenîşandanan, Balyozxaneya Amerîkî li paytaxta Taylandê, Bangkok jî hate girtin. Tê ragihandin ku li Pakistan û Afganistan'ê jî xwenîşandan dom dikin.
XS
SM
MD
LG