Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xwepêşandanên Dijî Fîlmê Înternetî li Seranser Pakistanê Berdewam Dikin


Xwepêşandanên dijî fîlmê înternetî ku xwenîşandêr dibêjin, bêrêzî li dijî Pêxember Mihemed dike, li seranser Pakistanê berdewam dikin.

Roja Înîyê li Pakistanê wekî betlana netewî û roja hezkirinê jibo Pêxamber Mihemed hate dîyar kirin ku polîs jî banga xwepêşandanên aştîyane û bê tundî dike.

Televîzyona Pakistanî ARY got, karmendekî wê îro Înîyê li bajarê Peşawer hate kuştin, piştî ku polîs gule barand ser xwenîşandêrên ku dixwestin agir berdin sînameyekê. Di tundûtûjîyê de herî kêm 11 kes jî birîndar bûn.

Pevçûnên navbera polîs û xwepêşandêran herwiha li paytaxt Îslamabad, Lahor û Karaçî jî qewimîn.

Di xwepêşandana li Lahore de, komeke biçûk ya xwenîşandêrên dijî Amerîka, Brîtanya, Îsraîl kom bûn û bi solên xwe êrîşî wêneyên nivîskarê pirtûka “Ayetên Şeytanê” Salman Ruşdî kirin.

Serokwezîrê Pakistanê Raja Pervez Eşref jî îro axaftinek li ser fîlmê dijî Îslamê kir ku di televîzyona Pakistanê de hate weşandin.

Birêz Eşref bang li cîhanê kir û got “Em daxwaz jî Yekîtîya Ewropa û rêxistinên din yên navnetewî dikin ku qanûnên nû derbaz bikin û rê li fîlmên wiha bigirin. Armanca fîlmên wiha belavkirina tovên nefret û neyartî ye û ew jî zêdegavîya ser hemî nirxên mirovahîyê ye.”

Hevdem, balyozxaneyên Amerîkî li seranser cîhana Îslamî, di hişyarîya bilind de ne, li hember îhtîmala xwepêşandanên nû yên girêdayî nimêja Înîyê.
XS
SM
MD
LG