Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Obama û Romney Kempeynen Xwe li Eyaletên Destguhertok Didomînin


Bi domkirina kêbirka jibo Qesra Sipî, Serok Obama û hevrikê wî yê Komarî Mitt Romney kempeynên xwe li eyaletên ku bibin qada pêşbirkeke xurt anku swing states berdewam dikin.

Serok Obama îro Înîyê li wîleyeta Virginia pişikdarî li kombûneke girseyî dike, dema hevrikê wî Mitt Romney li eyaleta Nevada tev li bernameyeke hilbijartînî dike.

Pirsnameyên civakî nîşan didin ku birêz Obama li Virgina û li eyaletên din yên qada pêşbirkê li pêş rêzdar Romney xuya dike ku tê çaverê kirin encama hilbijartina 6’ê meha 11, Mijdarê dîyar bike.

Birêz Obama, herwiha, di dirava berdest ya jibo xerckirina kempeynê de jî li pêş hevrikê xwe Komarî Romney xwane dibe.

Tê ragihandin di destê kempeyna birêz Obama de nêzîkî 89 mîlyon dolar hene û dirava ku di destê kempeyna birêz Romney heye jî 50 mîlyon dolar e.
XS
SM
MD
LG