Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Sûrî Esed Dibêje Serhilda Nikarin Serketî Bin


Serokê Sûrî Beşar Esed dibêje, şervanên opozîsyonê di şerê dijî hikûmeta wî de ticar serkeftî nabin, lê ew jî rêya dîyalog û danûstandinan re amade ye.

Birêz Esed di şîroveyên xwe yên di rojnameya Al Ahram Al Araby ya Misirî de, îro Înîyê dibêje, kiryarên grubên çekdar li dijî hikûmeta wî terorîzm e û piştgirî jui gel nabîne, loma jî di dawîyê de wê negeheje serkeftinekê.

Rojnama Al Ahram Al Araby ji zarê birêz Esed radigîhîne ku ew bi erênî pêşwazîya dîyalogê bi rikeberîyê dike.

Daxuyanîyên Serokê Sûrî Beşar Esed li vê demê tên ku Serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan li ser Serokê Sûrî gotibû ku “Esed di qada sîyasetê de mirîye.”

Birêz Erdogan di şîroveyên xwe yên rojnameya The Washington Post de gotibû, ew hêst dike ku Îran, Çîn û Rûsya – ku hemî hevalbendên hikûmeta Sûrî ne-- jî bawer dikin ku Beşar Esed ji desthilatê here, lê di xema wê yekê de ne ku were şûna wî.

Hevdem, grubên mafên mirovan yên Sûrî radigîhînin ku hikûmeta Esed êrîşên xwe yên bombaranan li çend deverên bakurê welêt didomînin.

Rêxistina Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ragihand ku şerê navbera hêzên serhilda û yên rejîmê îro Înîyê jî li bajarê Helebê berdewam dikin.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan herwiha ragihand ku lo dora paytaxt Şamê û li Humsê jî çend peqîn qewimîn.
XS
SM
MD
LG