Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şer li Seranserê Sûrîyê Berdewam e


Li gor çalakvanên Sûrî, şerê navbera hêzên serhildayan û hêzên rejîmê li seranserê welatî berdewam e.

Rêxistina Sûrî jibo Çavdêrîya Mafên Mirovan ragihand ku piranîya şer û pevçûnên roja Yekşemê li bakurê welatî qewimîn.

Li gorî wê rêxistinê, rejîmê êrîşa esmanî kire ser hêzên serhildayan li bajarê Humsê.

Artêşa Azad ya Sûrîyê roja Şembî ragihand ku sentera komanda xwe li Tirkîyê dibe Sûrîyê.

Di peyameke vîdyoyî de, komandarê Artêşa Azad Riyad El Esed ragihand ku hêzên opozisyonê dixwazin ku li “deverên azadkirî” li Sûrîyê êrîşa Şam a paytext bikin.
XS
SM
MD
LG