Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Di Neh Mehan de Îraq Nêzîkî 100 Kesan Îdam Dike


Di vê salê de Îraqê nêzîkî 100 kes heta nuha îdam kirine, ku zêdebûneke berçav e di hejmara îdaman bi hevberî kirin ligel salên bihurî.

Hikûmeta Îraqê radigihîneku piranîya kesên hatîne îdamkirin bi karên teroristî hatibûn tawanbarkirin, lê belê çavdêrên navneteweyî nîgeran in ku proseya dadwerî li Îraqê bi kêmasî ye û hindek kes jiber sedemên sîyasî tên dadgehkirin, li gor ajansa Associated Press.

Bitenê di meha Tebaxê de, Îraqê 26 kes îdam kirin, di nav de welatîyekê Saudî, welatîyekê Sûrî û sê jin.

Her ji sala 2005’ê vir ve, hikûmeta Îraqê 372 kes îdam kirine.

Herwiha ji sala’ê 2004 vir ve, dadgehên Îraqê cezayê îdamê li dijî 867 kesan ragihandine, di nav de dîktatorê berê yê Îraqê Sedam Husên.
XS
SM
MD
LG