Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Konferansa Clinton ya Cîhanî li New Yorkê Destpê Dike


Clinton axaftinekê li konferansê dike
Clinton axaftinekê li konferansê dike
Dîzaynkirina jibo Bandorê navnîşana heştemîn Însyatîfa Clinton ya Cîhanî ya salane ye ku roja Yekşemê li Bajarê New Yorkê destpê kir. Peyamnêr Dengê Amerîka Peter Pedynsky radigihîne ku serokê berê yê Amerîka Bill Cliton dibêje, girêdana gotina dîzayn bi cilûbergan tune ye, lê belê ew hatiye avakirin jibo cîhaneke bêtir dewlemend û bihêz.

Rêberên cîhanê û berpirsên hikûmet, kardarî û civaka sivîl beşdarî konferanseke sê rojan dikin ku têde balê dikişînin ser parastina jîngehê, bihêzkirina jinan, enerjîya berdewam û saxlemîyê. Mêvandar, serok berê yê Amerîkayê Bill Clinton, daxwaz ji pisporê dîzaynê Tim Brown kir ku şirove bike ka çawa dîzayn dikare bibe alîkarî jibo çareşerîya problemên cîhanî. Brown got, ku tê bêtirê wê wateyê dema berhem û xizmet tên pêşkêş kirin.

Tim Brown dibêje, eger sîstema aborî be, modela aborî be, yan modelên rêxistinî be ku mirov bikar tîne jibo pêkanîna tiştan, ev hemû derfetên dîzaynê ne. ev prose ne jibo pêkanîna tiştan.
Birêz Clinton got ku hemû arîşeyên cîhanê bi rengekî ji rengan ji alî kesî ve hatine çareser kirin. Wî got, zehmetî ew e cîbicîkirina çareyên heyî li ser asteke cîhanî.

Birêz Clinton dibêje, li gorî min ew yek pêdivî ne tenî bi danîna bêtir pereyan li ser teknolojyayê heye, lê belê dîzaynkirina stratejîyekê ku karibe tiştên ku em dikin mezintir bibe.

Însyatîfa Clinton ya Cîhanî hewil dide ku kêşeyên wekî paqijkirin, perwerde, tundûtûjîya dijî jinan û enerjîya paqij teşxîs bike.

Şahjina Ûrdunê Rania Abdullah gotarek li konferansê pêşkêş kir ku têde got kêşeya herî berzbûyî li cîhana Ereb bêkarîya gencan e. Wê got, divê perwerde bi pêdivîyên nuha werin girêdan û divê dîzaynkirina çareyan ligel taybetmendîya her welatekî Ereb were amade kirin.

Xanim Rania got, jibo paşeroja dîzaynê, divê cihan bi giştî hizir bike û piştrast bike ku dengê gengan tê bihîstin. Divê teknolojî pêve were girêdan. Û divê cîhan ligel perwerdeyê rêvebirîyê bike.

Di nav panelîstên rûniştina vekirinê de Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki-moon û Serokê Banka Cîhanê Jim Yong Kim hebûn. Birêz Clinton bi henekî ew wekî “Hevpeyamanîya Koreyî” bi nav kirin.

Jim Yong Kim salên 60’î bibîr anî, dema Koreya Başûr piranîya caran wekî welatekî bêhêvî dihate zanîn, ku hêvîya pêşketinê li nebû. Wî got, serkeftina Koreya Başûr ji wê çaxê de belge ye ku ti welat bê hêvî tune ye.

Ban Ki-moon got ku rêberên cîhanê berpirsîyeke hevbeş heye ku kêşeyên dema ne dadmendîyê, ne wekhevîyê û ne qebûlkirinê eşkere bikin. Wî herwiha rêberên kardarî jî tevlî wê bangê kir.

Sekreterê NY got, rêberên kardarîyê divê nêrîneke zelal hebin ku tiştê ew dikin ne tenê jibo qezenckirina pereyan e, lê belê jibo mirovahîyê ye.

Konferans heta roja Pêncşemê dirêj dike ku têde gelek mijar têne gotûbêj kirin wekî, guhertina li Afrîkayê, jin di aborîyê de, karîna zanîngehan, genc, xêrxawzî û jîngeh. Ev helkefta salane bi mîlyaran dolar wekî alîkarî ji sala 2005’an daye hev. Di vekirina konferansa îsal de jî çend milyon dolar li wan pereyan hatin zêde kirin.

Ji kerema xwe vê raporê bi dengê Sîrwan Qiçço li lînka jêrîn guhdarî bikin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:00:00 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG