Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Serokê Belarûsê Opozisyon Hişyar Kir, Berî Hilbijartinên Parlemanê


Serokê Belarûsyayê, Aleksander Lukashenko
Serokê Belarûsyayê, Aleksander Lukashenko
Serokê Belarûsyayê Aleksander Lukashenko hişyarîyê dide hêzên opozisyonê ku protestoyan dijî hilbijartinên parlemanî yên roja Yekşemê nekin. Opozisyon dibêje ev hilbijartin sexte ne.

Birêz Lukashenko got, opozisyon “tirsonek” in jiber ewan tiştek tune ji gel re bibêjin. Wî got, divê cîhan ji hilbijartinên Belarûsyayê hez bikin ku bêy şoreş û serhildan derbas dibin.

Di hilbijartinên serokatîyê de yên sala 2010an de, hikûmetê bi tundî xwepêşandineke demokratxwaz tune kir ku paytexta welêt Minsk pêk hatibû. Di wan hilbijartinan de, birêz Lukashenko bi piranîya dengan bi serketibû. Jimareke berbijarên opozisyonê jî di xwepêşandinê de hatibûn girtin.

Di hilbijartinên roja Yekşemê de hema hemû namzetên opozisyonê ji alî desthilatdaran ve hatine qedexe kirin ku beşdarî proseyê bibin.
XS
SM
MD
LG